Wezîrê Berevaniya tirkiye di derbarê aloziyên welatê wan ya li gel Yunanîstanê gefê li Yunanîstanê dixwe û dibêje: “Yek misqal mafê xwe xweş nabîn û daxwazên wan qebul nakîn”. Di derbarê rola Fransa ya li wê navberê da ragihand “welatekî wekî Fransa ku ne welatê piştrastiyê ye û li rêkeftinnameyan de jî nîne, ne Nûnerê Yekîtiya Ewrûpaye jî bi çi mafekê tê navçeyê?”.

Xulusî Akar Wezîrê Berevaniya tirkiye di dema pêşkêşkirina gotarek ya li civîna li gel fermandeyên bilindên artêşa tirkiye got: “Pêwîste hemû kesek baş bizanê yek misqal ji mafê xwe xweş nabîn, hinek kes hene ji hezaran kîlometiran hatine xwe disepînîn, rola firîşteparêz dibîne. Em wan tiştan qebul nakîn, ew çawa tên û wiha jî diçin”.

Her wiha got: “Yunanîstan bi gotinên Fransa û Yekîtiya Ewrûpa qaşo tê piştgîrî kirin, bi awayeke nelojîkiyane û ne aqilane bangeşeya ewe dike ku ne li ser heqe. Eger hemû cîhanê jî li xwe kom bikî kes nikarê wan gote gotên nelojîkiyane bi me biselmênê. Kes nikarê rastiyan biguhere. Qibris doza rewaya me ye, wekî çawa ku me li 1974 mafê xûşk û birayên xwe li wir parast, bi heman têgihiştinê li 2020 jî mafên wan diparêzîn”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: