Civak

Hewlêr deriyên xwe ji grûpên geştiyariyê re vedike

Desteya Giştiya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek de belav kir, “Li gor biryara Ferset Sofî Parêzgeha Hewlêrê li roja yekşema bê bazgehên bajarê Hewlêrê li rûyê grûpên geştiyariyê da têne vekirin”.

Her wiha 21 ê vê mehê Jûra Operasyona Parêzgeha Hewlêrê biryar da hemû Dûkan û Bazar û navendên bazirganiyê û tevahiya ew cihên ji bo xizmeta welatiyan vekirîne, divê rêkarên tendirustiyê û rêkarên xweparêziyê bê bi cîhkirin û rê nedin tu kesek bi bêyî girêdana rûpêçan biçê jûr ve, her wiha ew bi xwe jî rûyên xwe bipêçin, bi berevajiya vê rêkarên yasayî li beramber wan kesan li ber digrin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button