Polîtîk

50 şîrketên Amerîkî beşdariya konferanseke Kurdistanê dikin

Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Konsolxaneya Amerîka mijulî rêxistina konferansekin ku 50 kompanyayên Amerîka beşdar dibin.

Dara Celîl Xeyat Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê ragihand, Konsolxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê ji bo sazkirina konferanseke online kar dike ku têda 50 kompanyayên Amerîkî beşdar dibin. Li konferansê da behsa wan mekanîzman wê bê kirin ku zêdetir hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku piştî serdana şanda Iraqê ya bi Serokayetiya Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê zêdetir hana kompanyayên Amerîkî bidin ku li Herêma Kurdistan û Iraqê zêdetir kar bikin.

Dara Celîl Xeyat eve jî eşkere kir ku Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê, daxwazê ji Konsolxaneya Amerîka kiriye hewl bidin zêdetir kompanyayên warê uze û çandiniyê de li Herêma Kurdistanê kar bikin.

Back to top button