Kim Jong Un hinek ji desthilatên xwe da xûşka xwe
Ajansa Hewalgiriya Koriya Başûr (NIS) ragihand Serokê Koriya Bakûr beşek ji desthilatên xwe daye xûşka xwe ya biçûk Kim Yo Cong û şêwirmendên nêzîkên xwe da ku serpereştîkirina karûbarê dewletê bikin.
Ajansa (NIS) ya Koriya Başûr belavkiriye ku Ajansa Hewalgiriya Koriya Bakûr li civîneke girtî de li pêş civaka niştimanî ragihandiye, Kim Yu Cong niha Cîgirê yekemê Birêveberê Lîjneya Navendî ya Partiya Karkerên desthilatdare, ew li gor wê desthilata pê hatiye dayîn karubarê dewletê bi awayeke giştî birêvedibe.
Ajans daye zanîn ku Kim Jong Un hê jî desthilata xwe ya heye, lê belê beşek ji wan desthilatan daye kesên din, eve jî wê wateyê nagihîne ku Cîhnişîniya xwe destnîşankiriye.
Xûşka Kim beşa herî zêdeyê desthilatê girtiye destê xwe, lê belê ew ne bi tenê ye, Bak Bong Ju Cîgirê Serokê Lîjneya Karubarê Dewletê wergirtiye, her wiha Kim Dok Hon, desthilatê Karubarê Kerta Aborî wergirtiye. Kim Yo Jong raspardiye bo ku siyasetên peywîst bi Koriya Başûr û Amerîka û pirsên giştiyên din bike.