Karasu:Şerê li gel PDKê nabe şerê birakujî..
Endamê Konseya serokatiya PKKê Mustafa Karasu tevlî bernameyek a televizyona PKKê bû. Karasû gelek vekirî benga şerê PDKê dike û di derbarê PDKê de ithamên mezin dike û dibêje ku, PDK dixwaze PKKê tesviye bike.
Mustafa Karasu di axaftina xwe de dibêje: Heta niha me di derbarê PDKê de vekirî xeber nadida, me digot belkî rojekî ji şaşitiyên xwe vegere û ya rast bike. Lê em dibînin PDK ji bo PKKê ji holê rake, Tirkiye û heta radeyekî Iraqê bi kar tîne.Armanca wan xilas kirina PKKê ye. PDK jî li gel Pasawana tê ser sinor , pasawan naxwazin bêne leyiztika PDKê, ji berî niha êrîşekî de du fermandarên Pasawana hatin kuştin. Ew PKKê û gerila nas dikin. Welatparêzbûn.
Mustafa Karasu dibêje ku: Fermandar Zubeyr jî bi encama komployekî ya PDK hate şehid kirin. PDK dibêje bila Iraq werê sinora biparêze. Bila Kurd hemû bizanibin PDK li gel dewleta Tirk dixwaze PKKê ji holê rake. Ev yek dibe sedema ku di nava Kurdan de şerek derkeve. Bila herkesek bizanibe PDK dixwaze şerê birakujiyê bike. Di eslê xwe de şerek li gel PDKê nabe şerê birakujî. PDK li gel dewleta Tirk dixwaze li dijê tevgera azadiya Kurda PKKê ji holê rake.
Karasu berdewamiya axaftina xwe de dibêje: Li Efrinê jî û Serêkaniyê jî ev yek kir. PDK hatiye ber pozê me dixwaze me bifetisînê.Eve 40 salin cihê ku gerila lê dimîne PDK dixwaze gerile li wan deveran bifetisînê. Divê tu kurd baweriyê li gotinên PDKê neynin.
Karasu dibêje: PDK dibêje ku li Mexmur, Qendil û li Şingalê Tirkiye ji bo PKKê li vê derêye êrîş dike. Hun bi xwe çûn Mexmur we spasiya PKKê kir. Tirkiye ne ji bo PKKê êrîşê başûr dike. PDK dixwaze li gel Tirkiye serkeftinekî li dijê PKKê destvebîne.
Têbiniyek: Mustafa Karasu ji Sivasê ji navçeya Gurun e. Tirk e û Alewiye. Endamê konseya serokatiya PKKê ye. Karasu gelek cara axavtinên tevş ne li ser rê dike. Lê di encam de siyaseta PKKê tîne ziman. Karasu zimanê kurdî nizane tenê bi Tirkî dizane. Vîdeoya Karasu jî bi zimanê Tirkiye.