Civak

Kurdistan kehrebê bi enerjiya rojê berhem tîne

Wezareta Kehreba Hikûmeta Kurdistanê dest bi projeya berhemanîna kehrebê li rêya uze û enerjiya rojê dike. Proje 75 megawat kehreba berhemtîne û li ser sê parêzgehên Herêma Kurdistanê dabeş dike.

Endazyar Umêd Ehmed Birêveberê Kontrola Kehreba Herêma Kurdistanê û Peyvdarê Wezareta Kehreba Kurdistanê ragihand: “Li çarçêweya planên me ya ji bo berhemanîna kehreba zêdetir, berhemanîna kehrebaye li rêya uze û enerjiyên paqije. Yek ji wan projeyên me berhemanîna 75 megawat kehrebaye li rêya uzeya rojê, her wan 25 megawat kehrebayan jî li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê têne dabeşkirin”.

Her wiha got “Niha proje li qonaxa tenderê daye û didîn bi belênder û dikeve warê bi cîhkirinê”.

Back to top button