Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Bi hêviyê ve ber bi paşerojeke baştir hengavan diavêjîn

Peyama Cîgirê Serokê PDK ya ji bo salvegera 16ê tebaxê

Li salvegera heftih û çar saliya damezrandina Partiya me da, bi rêz ve şehîdên nemir bi bîr tînîn ku bi navê azadiya Kurdistanê da giyanê xwe bexşîn, rêz û silav ji bo giyanê wan yê pak û silav ji bo malbat û kesukarên wan û ji bo Pêşmergeyên qehreman dişînîn. Pîrozbahiyê li cenabê Serok Barzanî, Mekteba Siyasî, Serkirdayetî, kadir, endam, alîgir û cemawerê Partiya me dikîn.

Bi hûrmetê ve rêber û damezrênerê Partî, Barzaniyê Nemir û tevahiya serkirde û têkoşerên me yên dêrîn dikîn ku wekî zerûreteke dîrokî Partî damezrandin û heta dawiya nefesa xwe li xebat û Pêşmergayetiyê de berdewam bûn û rêbaz û xwendingeheke xebatê ji bo Kurdistan û nifşên piştî xwe bi cîh hiştin.

Partî bi navê mafên rewayên gelê Kurdistanê da hatiye damezrandin û xebat ji bo demokrasî û azadî û rêkxistina sîstema siyasî kiriye ku li wê sayeyê da ku Kurdistan serfiraz bê. Li rêya xebatê da mil daye ber hemû dijwariyan, niha jî erkê Partî û kadirên wê li rêya hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê ve, kar ji bo baştirkirina jiyana Kurdistaniyan û derbaskirina kêşe û qeyranan bikin. Wekî herdem jî destpêşxer û sermeşqê yekrêzî û tebayî û pêkvekarkirina alî û pêkhatên Kurdistanê bin ji bo parastina destkeftan.

Li vê salvegerê de tekez li ser rola girîng û bandora Partî ya li çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûr û parastina maf û hêjayiyên destûriyên Herêma Kurdistanê û bi kirdarîkirina federalîzmê dikîn. Her wiha pêdagiriyê li ser girîngî û pêwîstiya karkirina li ser bingehên sazan û hevbeşî û hevsengiya li navbera tevahiya pêkhatên Iraqê dikîn ji bo mîsogerkirina aramiya siyasî û pêşketina welat.

Di demek da vê bîranînê dikîn ku cîhan, navçe, Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî li rewşeke dijwar û hestiyardaye. Kadir û endam û cemawerê xebatkarên partiya me li gel Kurdistaniyan rûbirûyê dijwarî û bargiraniyê girtiye û berdewam dirêjepêderê karwana xebat û têkoşînê ne. Li vê bîranînê de spasiya wan dikim, silav û rêz û pêzanînê ji bo xweragirî û berxwedana wan dikim û piştrastim bi xweragirî û têkoşîna wan vê qonaxa dijwar jî derbas dikîn û bi hêviyê ve ber bi paşerojeke baştir hengavan diavêjîn.

Nêçîrvan Barzanî
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê
16ê tebaxa 2020

Back to top button