Polîtîk

Hêzên Tirkiye û PKKê teqe li me kirin

 Fermandarekî Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, îro li devera Sîdekanê hem gerîlayên PKKê û hem jî hêzên Tirkiyê teqe li pêşmergeyan kirin.

Eqîd Selah Mihemmed, Fermandarê Betalyona 2 ya Hêza Pêşmerge li Sîdekanê ji Rûdawê re ragihand ku îro demjimêr 10.15 berî nîvro wan dixwest biçin taziyeya Hacî Zubêr li Goreşê û diyar dike ku di rê de ji aliyê gerîlayên PKKê ve teqe li wan hat kirin û got “dema ku em nêzikî hêzên Tirkiyê bûn wan jî dest bi teqekirinê kir û  di encamê de tekera otomobîla me qetiya.”

Herwiha Selah Mihemmed amaje bi wê kir, ew bi du otomobîlan çûbûn û hejmara wan jî 10 Pêşmerge bûn û tekez jî kir ku hemû jî selamet in.

Ew fermandarê Pêşmerge dibêje, di erka wna de nîne teqe li ti kesî bikinê ji ber ku tenê ji bo parastina xelkê navçeyê li wê deverê ne.

Selah Mihemmed amaje bi wê jî kir ku ew devera ku tê de teqe li wan hat kirin, cihek e ku teqekirin û şer tê de qedexe ye û ev 2 sal e nayê bikaranîn, lê wan xwestine îsal bikar bînin.

Ev bûyer di demekê de ye ku Artêşa Tirkiyê li herêma Heftenînê roja 15 Hezîranê bi navê ‘Çengê  Baz’ operasyoneke asmanî û roja 17ê Hezîranê jî bi navê ‘Çengê Piling’ operasyoneke zemînî dabû destpêkirin.

Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin, lê bi sedema berdewamiya bombebaran û topbaranên vê dawiyê, ziyaneke madî ya mezin gihişte xelkê li deverên sînor.

Li gor raporta ku komîteyên ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibûn raspardin ji bo lêkolînkirina ziyanên şer û topbaranê li navçeyên sînorî,  di encama  wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.

Her li gor raporta wan komîteyan Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre derbas kiriye.

Herwiha roja 11ê vê mehê jî di encama êrişeke firokeyên Tirkiyê de li Sîdekanê 2 fermandarên Kurd di Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê de û fermandarekî PKKê canê xwe ji dest dabûn.

Back to top button