Cîhan
Welatên xiyanetê li gelê Filistinê dikin li himber dîrokê şermezarin!
Tirkiye li dijê peymana welatên Erebî û Îsrail derdikeve û welatên ku li gel Îsrail rewşa xwe asayî dikin ji aliyê Tirkiye ve bi xiyanetê têne itham kirin. Piştî li hevhatina nevbera Emîratên Erebî û Îsraîlê de berdevkê Serokkomarê Tirkiye Îbrahîm Kalin di hesabê xwe yê Twîtterê de helwesta xwe li himber vê hevhatina navbera herdu welatan de eşkere kir.
Bê guman helwesta Kalin helwesta fermî ya Tirkiye ye.
Kalin di daxûyaniya xwe de dibêje: Ewên ku xiyanetê li gelê Filîstîn û doza wan dikin, dê dîrok sernivziya wan rojekî binivîse.