Tabloya mizgeftekê bû kêşeyeke Çîn û Amerîka
Li gor nûçeyeke Ajansa Russia Today, diyarnemana tabloyeke dîrokî ya li ser hola çuna jurveya Mizgefta (Eyd Kah) ya li navçeya Kaşgara Wîlayeta Şîngçanga Çînê bûye pirsgirêk û kêşeyeke mezin ya di navbera Çîn û Amerîka.
Berê desthilatdarên Amerîka ragihandibûn ku tablo diyarnemaye û hatiye ji navbirin, lê belê desthilatdarên Çînê wê gote gotê red kirin.
Li vî derbarî de Ajansa Xinhua ya Çînî li ser zimanê Melayê Mizgefta (Eyd Kah) belav kir ku mela tekez kiriye ku tablo li nava mizgeftê da hilawestiye û nehatiye ji navbirin. Melayê wê mizgefta ku dîroka wê zêdetirê 500 sale ragihandiye, di destpêkê de tablo li ser rêya serekiya hatina jûrveya xweda perestan bûye, niha birine holeke nimêjkirina li nava mizgeftê.
Balyozê Amerîka li Çînê li ser rûpela xwe ya taybetî ya twitterê ragihand ku tabloya Mizgefta (Eyd Kah) ku temena wê zêdetirê 100 sale diyar nemaye.