Şandekê Parlemena Kurdistanê lêkolînê li ser bombebaranênTirkiye dikin
Bi mebesta dûvçûna zerer û ziyanên deverên Zaxo û ew deverên ku ji aliyê tirkiye ve hatine bombebaran kirin û şerê di navbera hêzên PKK û artêşa tirkiye, şandekê Parlemena Kurdistanê seredana deverên tixûbî kirin li nahiyeyên Batîfa û Derkarê serdana Qaymeqamiya Zaxo kirin.
Hikmet Mihemed Gewda Serokê Lîjneya pêkhatî li ser bombebaranên devera Zaxo daxuyaniyek da û got: Ev lîjne li ser daxwaza Parlemena Kurdistanê hatiye pêkanîn ku topbaran û şerê di navbera artêşa tirkiye û hêzên PKK li tixûbên devera Zaxo û çend deverekên dinên Kurdistanê dijwartir bûne û ji nêzîk ve wê serdena her du nahiyeyên Batîfa û Derkarê dikîn da ku bizanîn zerer û ziyanên wan deveran çine û paşê bi rêya raporekê wê radestî Serokayetiya Parlemena Kurdistanê bikin û serdanên me ne bes wê ji bo deverên tixûbiyên Zaxo bin belku wê ji bo wan hemû tixûbên ku têne bombebaran kirin bin.