Cîhan
Trump: Li hilbijartinan de sernekevim encaman qebûl nakim

Donald Trump Serokê Amerîka ragihand eger di hilbijartinên serokatiya 2020 da şikestê bînim wan encaman qebûl nakim û li dema bi cîh hêlana Koşka Spî karên din hene bikim.
Trump Serokê Amerîka wê yekê jî ragihand: Eger li hilbijartinan da sernekevim, eve ramana wê yekê ne ku ez sernekeftî me, ezê di karên xwe da berdewam bibim.
Hilbijartinên Serokayetiya Amerîka biryare li heyva 11 ya îsal bênekirin, Joe Biden berbijêrê demokratan hevrikê Donald Trump Serokê niha yê Amerîka ye, berdewam jî êrîşê dikin ser hev û hevdû tometbar dikin û hewl didin sextekariyan ji bo serkeftina hilbijartinan de bênekirin.