Polîtîk

Navenda Demokrasiya Cîhanî daxwaza endamtiya PDK-ê dike

Nivîsgeha pêwendiyên derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di konferansek rojnemevanî de da xuyakirin ku,berpirsê pêwendiyên navnetewî yê Pariya Gel a Spaniya daxwaz ji PDK-ê kiriye ku bibe endamê Nawenda Demokrasiya Cîhanê.

Berpirsê Partiya Gel,  di preskonferansê de axavtinek kir û di axaftina xwe de behsa rewşa baş û pêşkeftî ya Kurdistanê kir û ragihand ku, rastiya Kurdistanê gelek cudaye ji wan tiştan ku, ji derve li ser Kurdistanê de tên gotin. Lewre ez daxwaz ji Partiya Demokrata Kurdistanê dikim ku, bibe endamê Navenda Demokrasiya Cîhanê.

Berpisê peyvendiyên navnetewî yên partiya Gel a Spaniyayê di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa serdana xwe ya ji bo Kurdistanê kir û ev serdana han bi serdaneke serkeftî wesif kir û ragihand ku, demokrasiya heyî ya li Kurdistanê de gelek pêşkeftî û serdemiyaneye û em jî weke partiya Gel a Spaniyayê bi her awayî piştgîriya demokrasiya heyî ya li Kurdistanê de dikin.

Back to top button