Baydemîr: Her avahiyeke Diyarbekirê, kitêbekî daçikandî ye’
Di Konferansa Turîzmê ya Diyarbekirê de giregirên bajêr hatin ba hev û destnîşan kirin ku, her avahiyek Diyarbekirê, kitêbekî daçikandiye û divê bajêr ji hemû dinyayê re bête nasandin.
Konferansa Turîzmê ya Diyarbekirê, ji hêla Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê (DTSO), Parêzgeriya Diyarbekirê û Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve, li salona Resepsiyona Sumeparkê hate lidarxistin. Serokê Yekitiya Acentayên Geştiyariyên Tirkiyeyê (TURSAB) Başaran Ulusoy, Serokê Komeleya Ramedînerên Turîzmê Turgut Gur, acenteyên geştiyariyê, operatorên gerê, rojnameger û giregirên bajêr ên kar û turîzmê beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de axaftina yekemîn ji hêla Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr ve hate kirin. Baydemîr got, “Mirovahî bi hezaran salan bi xwezayê re têkoşiya û hebûniya xwe gihand vê rojê, lê ji îro pêve tenê dikare bi aştbûna xweza û parastina wê hebûna xwe biparêze. Me bajarê zerafetê yê rojavayê Efes û bajarê hêmîn ê rojhilatê Nînova winda kirin.” Baydemîr axaftina xwe wiha domand:
“Hema tenê sûrên Diyarbekirê, delîl û bîrdariya mîmarî û dewlemendiya kultur û hunera vê axê ne. Her avahiyeke bajarê me, wek kitêbeke daçikandî ji nû ve muhtacê vekirin û xwendinê ye.”
Serokê DTSO’yê Galîp Ensarîoglu bibîrxist ku, nasnameya kulturî û bazirganiya bajêr heye û domand, “Em bi vê konferansê dixwazin nasnameyên dîtir ên bajêr bidin nasîn. Em dixwazin ku, dilxaviya 25 salan êdî bidawî were. Ger Diyarbekir ji dest biçe canê herkesê ji xizanî û paşvemayînê dê biêşe. Em dixwazin ku, xebatên turîzmê bibin yek û bibin hêzeke hevpar û mezin.”
Serokê TURSAB’ê Başaran Ulusoy jî got, Diyarbekir ne moda ye, marke ye û bo ku, di raya giştî de wiha bête nasîn kar dikeve ser milê çapemenî, karsaz, saziyên civaka sivîl û siyasetmedaran. Diyarbekir, di warê turîzmê de wê ciheke girîng bigre û Diyarbekir paytexta şaristaniyê ye.”
Serokê Komeleya Ramedêrên Turîzmê Turgut Gür jî got, “Diyarbekir, piştî seda Çînê di nava sûrên bêhempa de hatiye bicihkirin. Divê Diyarbekir ji hemû cîhanê re bête nasandin.”
Herî dawî Parêzgerê Diyarbekirê Huseyîn Avnî Mutlu axivî û got, “Diyarbekir, bajarê evînê ye. Ev kevnebajar xwediyê 600 avahî û şwînwarên kultur û xwezayê yên tescîlkiriye. Nasandina vê potansiyelê erka herî pêş a dînamîkên vê bajarê ye.”
ym AKnews