Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Brîtanya kir

Berî nîvroya îro sêşem 02.06.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz James Thornton Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinek da pêşhatên dawî û geşkirina pejika virusa Korona û rêkarên rûbirûbûna wê ya li Herêma Kurdistan û Iraqê û bandor û encamên wê û hemû aliyên wê, bi taybetî li ser rewşa aborî, hate guftûgo kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku rewşa welat dixwazê kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bêne çareser kirin û hêvî xwest li gel Hikûmeta birêz Mistefa Kazimî li ser bingeha destûrê bigihin çareseriyê.

Bihêzbûn û êrîşên terorîstên Da’îş mijareke dinê hevdîtinê bû ku têda tekez li ser pêwîstiya hebûna mekanîzmeke hevkarî û hemahengiya rûbirûbûna vê metirsiya ciddî ya li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal da kirin.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr xwesta Şahnişîna Yekgirtî ya ji bo parastin û rêdana bi peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û hêvî xwest kompanyayên Brîtanî bikarin li Herêma Kurdistanê derfeta kar û veberhênan û sermayeguzariyê bi dest ve bînin û li bingeh û warên cûda cûdayên din da kar û hevbeşiyê bikin.

Bernameya kar ya Hikûmeta Iraqê û tekez kirin ku her dû alî li piştgîriya ji bo birêz Serok Wezîr Kazimî, rewşa navxweya Herêma Kurdistan, berdewamiya proseya çaksazî û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngiyeke hevbeş bûn, beşeke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button