Polîtîk

Serokê Kurdistanê pîrozbahiyê li Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê kir

Êvariya îro dûşem 01.06.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da, li gel birêz Mamosta Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê, pîrozbahiya nozdehemîn salvegera damezrandina Komela Îslamiya Kurdistanê li cenabê wî û Encumena Siyasî û Endam û alîgir û cemawerê Komela Îslamiya Kurdistanê kir û ji bo wan hêviya serkeftinê xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Mamosta Elî Bapîr ji bo pîrozbahî û halpirsînê spas û pêzanînên xwe û Komela Îslamiya Kurdistanê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

Back to top button