Polîtîk

Keno: Pêwîste Leşkerên Roj tevlî HSD bibin

Serokê Partiya Roja Demokrata Kurd li Sûriye ragihand: Pêwîste Leşkerê Roj tevlî Hêzên Sûriye Demokratî bibin ji ber ku nabê wekî Herêma Kurdistanê her partiyek xwedî hêzên xwe yên çekdar bê.

Di derbarê guftûgoyên di navbera Tevgera Komelgeha Demokrat (Tevdem) û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) Kovan Keno Serokê Partiya Roja Demokrata Kurd li Sûriye ragihand: Amerîkî bi me ragihandin ku dixwazin yekrêziya Kurdan li Sûriye pêkbê.

Her wiha got: Wekî partiyek ku li hevpeymaniya yekîtiya partiyên Kurdî de beşdarî kirine û daxwaz ji ENKS dikin bi bê pêş merc û li ber çav negirtina berjewendiyên hizbî paşeroja gelê Kurd bixin pêş çavên xwe.

Her wiha Keno dibêje: Hêzên Leşkerê Roj zarokên vî welatî ne û cûdahiyek li navbera wan û Hêzên Sûriye Demokrat da nîne, em artêşeke hizbî qebul nakîn û em naxwazîn wekî Herêma Kurdistanê her hizbek û hêzên xwe yên çekdar hebê.

Back to top button