Polîtîk

Ji bo çi ji nişka ve hejmara pêketiyên Korona li Silêmanî bilind bû?

Hejmara pêketiyên pejika Korona li parêzgeha Silêmanî bi awayeke ber bi çav û ji nişka ve bilind bû, eve jî li gor zanyariya li ser hinek sedeman vedigerê ku berpirsên xalên tixûbî behsa wê dikin.

Li gor wan zanyariyên ku berpirsên navçeyê eşkere kirine, dû hefteye tîmên tendirustiya Pênciwên li Başmax nemane û hîç pişkinînek li ser tixûb nehatiye kirin.

Birêveberê Birêveberiya Tendirustiya Qezaya Pênciwên behsa ewe kir, tîmeke taybet ku ji çend keseke pîspor pêkhatibûn û xwestine kontroleke tevahî li tixûb bikin û rêkarên xweparêziyê rêk bixin, ji aliyê îdareya xala tixûbî ve piştî demekê dirêj ku li hêviyê mane, rê nedane biçin nav wê xala tixûbî.

Her wê demê berpirsê yekemê tendirustiya wê qezayê hişyariyê da ku “haletên Korona li Başmax zêde dibin eger rêkarên pêwîst li ber negrin”.

Back to top button