Civak

Heşda Şe’bî: 200 kes ji ber Koronayê canê xwe ji destdane

Lîwaya 2 ya Heşda Şe’bî ragihand, heta niha me 200 kesan binaxkiriye ku ji ber tûşbûna pejika Korona canê xwe ji destdane, lê belê li gor Wezareta Tendirûstî heta niha li hemû parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê 195 kes ji ber Koronayê mirine.

Ragihandina Lîwaya 2 ya Heşda Şe’bî ragihand: “Ji bilî bilindbûna hejmara miriyan bi Koronayê li çend rojên derbasbûyî da, cengawerên Lîwaya 2 ya Heşda Şe’bî berdewamin li binaxkirina miriyan ku li goristana nû ya Wadî Selam li Necef hatine veşartin”.

Li gor daxuyaniyek de: “Çend rojek berî cejna Remezanê, hejmara miriyan bi Korona rû li hilkişanê kiriye, bi cûreyek hinek roj 2 heta 5 mirî ji aliyê Lîwaya 2 ya Heşd ve hatine veşartin, lê belê çend rojeke hejmara miriyan li 10 heta 20 miriyan bilind bûye. Li navbera wan da kesên ciwan jî heye”.

Back to top button