Civak

Ji ber zêdebûna tûşbûyên Korona neçarîn hotelan bikîn nexweşxane

Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tendirûstiya Herêma Kurdistanê ragihand, li nêzîktirîn plana me da heye, ji ber zêdebûna hejmara tûşbûyên pejika Korona, neçar dibîn hotêlan li şûna nexweşxaneyê bikarbînîn.

Li Herêma Kurdistanê hejmara tûşbûyên Korona li bilindbûnê daye, Wezîrê Tendirûstiyê jî hişyariyê dide û radigihîne, eger hevniştimaniyan pêgirî rênimayiyan nebin rewş berev xeraptir diçe.

Tenê roja şemî 30.05.2020 li Herêma Kurdistanê 31 kes tûşî Korona bûn û yek ji wan jî ku welatiyeke temen 37 sal bû jiyana xwe ji dest da. Îro heta niha dû kes li Dihok tûşî Korona bûn û tê pêşbînî kirin li parêzgehên din jî tûşbûyên nû bê ragihandin.

Hejmara tûşbûyên Korona li Herêma Kurdistanê gihîştiye 608 tûşbû û li wê hejmarê jî 420 kes başbûne û şeş kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button