Kultur

Ji Norwêcê hat û Kurdistanê pêşangeh vekir

Li çend mehên derbasbûyî de ji ber rêkarên xweparêziya ji virusa Korona, li seranserê cîhanê û Herêma Kurdistanê jî li rewşeke neasayî de derbasbûn. Niha jî ku rewş heta radeyek nerm bûye, hunermend Tara Mihemed ku zêdetirê 35 sale karê şêwekariyê dike, ji Norwêcê hatiye Silêmanî û pêşangeheke taybetî vekir.

Eve yekem pêşangehe ku zêdetirê sê mehên piştî karantîneyê û rawestana hemû çalakiyên hunerî hatibe vekirin û welatî û hunerdostan li dora xwe komkiribe.

Tara Mihemed di derbarê pêşangeha xwe de got: Ev demeke dirêje ji ber Korona çalakiyên hunerî li nava holan de rawestabû. Ji bo wê yekê min vekirina pêşangeheke taybetî bi girîng zanî. Li pêşangehê da min 32 tablo nîşandaye li hemû warên cûda cûdayên xweza û jin û dîroka pir trajediya Kurd û warên cûda cûdayên din jî ku xweza li cem min, cîheke xwe yê berfireh heye û bi xweşî jê wergirtinê kar têda dikim.

Li tabloyên xwe de xanima şêwekar Tara Mihemed, boyaxa avî û rûnî û akrîlîkî bikaraniye û dîmeneke bêhempa bi tabloyan bexşiye. Pêşangeh sibê jî berdewam dibe û li demjimêr 10:00 heta 12:00 berdewam dike û êvaran jî demjimêr 15:00 heta 18:00 ê êvarî li muzexaneya Silêmanî berdewam vekirî dibe û pêşwaziya welatiyan dike.

Tara beşdariya 12 pêşangehên hevbeş da vekiriye û xwediyê dû pêşangehên taybete û ji ber ku nîştecihê Norwêce, ji bo wê yekê zêdetirê karên wê li derveyê Kurdistanê hatine pêşandan û hela nasandina karên wê welatan zêdetir bûye.

Back to top button