Civak

20 donim genim hate şewitandin

Berpirsê Ragihandina Berevaniya Bajarê Parêzgeha Dihokê diyar kir ku li şeva derbasbûyî ji ber sedemên nediyar agir ketiye genimê berhemên cotkaran li gundê Pêşabîrê û hejmarek ji wî berhemî hatiye şewitandin.

Li vî derbarî de Raîd Bêwar Abdulezîz got: Derengiya şeva derbasbûyî li gundê Pêşabîrê ya ser bi qeza Zaxo agir berdane genimê berhemên cotkarên wî gundî û heta niha jî nehatiye zanîn ku ji bo çi şewat destpêkiriye. Piştî tîmên me yên Berevaniya Bajar yên li Pêşabîrê gihiştine cihê rûdanê û ji ber ku agir zêde bû nêzîkî 20 donim genim şewitî û tîmên me karîn agir kontrol bikin û rêgiriyê ji şewitandina 100 donim genim bigrin û ew genim ji şewitandinê hate parastin. Di vê demsalê da şewitandina pûş û genim berev zêdebunê ve diçe, ji ber wê yekê wê çendîn tîmên gerok pêkbînîn ku zûtir tîmên me bigihin cihê rûdanê da ku ziyanên şewitandinê kêmtir bibin.

Her wiha Bêwar Abdulezîz got: ”Pêwîste welatî bi xwe jî alîkar bin agirê pûş û giyayê hişk bernedin ji ber ku ew jî carna dibe sedema dirust kirina kêşeyên mezinên şewatê”.

Back to top button