Trump yasaya sînordarkirina torên civakî îmza kir

Serokê Amerîka îmza li ser yasayeke taybet bi torên civakî kir ku êdî Hikûmeta Federalî dikare lêpirsînên yasayî li gel kompanyayên torên civakî bike û li ser naveroka wan babetên ku têda hatine belavkirin zanyariyan wergire.
Em hengavên Donald Trump Serokê Amerîka piştî ewe tê ku tora civakiya twitter yek ji twittên Trump ya di derbarê bi dengdana li rêya nameyên postê ve bi nerûn û nedirust da zanîn, heman demî de bijardeyeke li ser twitterê zêdekir ku bikarhêner dikarin li rêya wan zanyariyan piştrastbin ku Serokê Amerîka belav dike.
Eve jî bû sedema dilgiraniya Tramp û tora civakiya twitterê bi destwerdana li hilbijartinên Serokayetiyên Amerîka û berteng kirina azadiya raderbirînê tometbar kir.
Serokê Amerîka ragihand, ew yasaya nû parêzbendiya kompanyayên mezinên torên civakî kêm dike.
Berî twitter gefê li Donald Trump kiribû ku eger belavkirina zanyariyên “nerast” dûbare bike, wê hejmara xwe bigre, lê belê li gel ewe jî Serokê Amerîka ragihand ku ew hê jî ne bi niyete hejmara xwe ya li ser wê tora civakî bigre.