Civak
2 ciwanên Kurd hatin revandin
Demjimêr 12ê şeva derbasbûyî du ciwanên Kurd ji gundê Yengîceya ser bi qezaya Daqûq hatine revandin û heta niha jî wendane.
Kesekê nêzîkî ciwanên hatine revandin ragihand: “Nebez Mofeq Reşîd û Îsa Teha Îsmaîl ku pasevanê bîrên neftê yên li tixûbê gundê xwe ne, piştî ku çûne ser erkê xwe wenda dibin û heta niha hîç zanyariyek di derbarê wan da nîne”.
Her wiha got: “Ji ber ku nêzîkî gûnd hinek terorîstên Da’îş hene gûman dikin ji aliyê wan ve hatibin revandin”.
Her wiha got: “Hêzên emnî yên deverê ji vê rûdanê hatine agahdar kirin û li bilindahiyên wê deverê ku bîrên neftê jî heye ew bi berdewam mijulin li wan ciwanan digerin”.