Polîtîk

Pêştirîn erk karkirina berdewame ji bo bihêzkirina yekrêziyê

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li salvegera şoreşa Gulanê de peyamekê belavkir û dibêje: Salvegera Şoreşa Gulanê rêzgirtine li xebata gel û têkoşîn û keda Pêşmergeyên qehreman û derbirîna pesn û emekdariye ji bo xwîna pakê şehîdan û malbatên wan yên serbilind. Her wiha dibêje: Li pêştirîn erkê hemû aliyan karkirina berdewame ji bo bihêztir kirina yekrêziyê.

Îro 44 sal li ser salvegera Şoreşa Gulanê da derbas dibe, Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li peyamek da dibêje: “Salvegera Şoreşa Gulanê ku komkerê hêzên niştimani bû û ezmûnekê serkeftiya kar û xebata pêkveyî ya aliyên Kurdistanî û Bereya Kurdistanî li wir dirustbû. Divê handerekê bi hêz bê ji bo herdem nûbûn û pêkanîna nêrînên nû ya li awayên xebat û têkoşîna niştimana me da. Baweriya Kurdistaniyan bi peyam û armancên şoreşê piştevaniyeke mezin bû ji bo geşbûn û bihêzbûna wê ya di demeke kurt da û bi îradeyeke polayînî ve.”

Li beşeke dinê peyamê da Nêçîrvan Barzanî balê dikşîne ser wê yekê û dibêje: “Îro dema bîranîna Şoreşa Gulanê dikîn, li pêştirîn erk û berpirsiyariya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê, karkirina berdewame ji bo bi hêztir kirina yekrêzî û bawerî û giyanê lêborînî û hevdû qebûlkirin û bawerbûna bi bingeha karê pêkveyî ya ji bo zalbûna li ser wan hemû asteng û qeyranan da ku ‌rûbirûyê me dibin. Her wiha ji bo parastina destkeftên xebat û qurbanîdana gelê me û mîsogerkirina paşerojeke geştir.”

Back to top button