Kultur

Îsal tê payin ku 2 mîlyon kes bêne Hesenkêfê

Îsal tê payin ku 2 mîlyon kes bêne Hesenkêfê  

Hesenkêfa Êlihê, rasta eleqeyeke turîstan tê û hîn ku Hesenkêf di bin avê de nemaye, bi hezaran kes diçin serdana wê.    

Bi destpêkirina biharê re bi hezaran turîst, berê xwe didine Hesenkêfê ku navçeya Êlihê ye ku, dibe bi bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne. Serokê Komeleya Danasandin û Tûrîzmê  a Êlihê Mehmet Emîn Bulut diyar kir ku, sala çûnê zêdetirî mîlyonek tûrîst çûne navçeya antîk Hesenkêfê û dipên ku îsal hejmara wan a tûrîstan 2 mîlyona derbas bike.    

Bi hezaran şikeftên di serdema neolîtîk de bermane li Hesenkêfê hene. Di dinyayê de yekem sûka sergirtî, a ku bi destên mirovan hatiye çêkirin, û ji şikeftan pêk tê heye. Hesenkêfa ku qedera nîv seetê dûra Êlihê ye, berî di bin avê de mayînê, geştyarên welêt û ji derveyî welêt diçin serdana bajarê antîk.  

Ji bo ku bendava Ilisuyê rawestînin û asteng û betal bikin, pirr sazî û kes û şexsiyetên navdar di nav hewldanekê de ne, mixabin hîn heta niha hêza wan bes nekiriye ku  bendava Ilisuyê rawestîne. Hesenkêf, li herêmê semboleke dîrokî û hêjayê dîtinê ye. 

Back to top button