Hewlêr li ser rêya Dubayê ye
Rojnamevan Emek Kaplangil di nivîseke xwe de bi nave (Hewlêr li ser rêya Dubayê ye) ku di malpera Hurriyet de weşandiye, behsa serdana xwe ya vê dawiyê a bi bajarê Hewlêrê dike û dinivîse ku Hewlêr li ser rêya Dubayê dice:
– Heftiya borî, min serdana Hewlêrê kir, Ew Hewlêra 10 sal berê cîyê şer û pêkdanan bû, îro ber bi senterê bazirganî û hilbirînê diçe û piştî 10 salên din dê bibe Dubaya paşerojê.
Rojnamevanê navborî dinivîse ku rêberê wî li Hewlêrê ji wî re gotiye; Dubay çiye? Hewlêr ji Dubay pêşketîtir dibe. Nuha dest bi avakirina hotêleke 7 stêr hatiye kirin ku, dê ji hotelmen Dubay ciwantir be.
Rojnamevan Emek Kaplangil di berdewamiya nivîsa xwe de dinivîse ku, kompnaityên tirkî pêşkeftinên abûrî yên herêma Kurdistanê dîtine, ji ber hindê di hemû waran de beşdariyê di hilbirînê de dikin û nêzîkî 1300 kompaniyên tirkî li herêma Kurdistanê dixebitin û bazirganiya navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştiye 12 milyar dolaran.
Rojnamevan Emek Kaplangil dibêje:
– Ez gelek hez dikin bizanim piştî 10 salên din Hewlêrê çi lê dihêt, min gelek wêne bi Hewlêrê girtin. Eger Xweda min bihêle, sala 2022 careke din dê serdana Hewlêrê kim da wan cudahiya bibînim û bizanim Hewlêr çenf hatiye guhertin.