Tan : Bi nijadperestiyê em nabine bira
Parmenenterê Partiya Aşîtî û Demoqrasiyê (BDP) Altan Tan, li Kopenhagê beşdarî civîna gel bû û axifî, “Kurd wê bê statû nemînin.”
Parlementerê Amedê Altan Tan, bû mêvanê Organizasyona Nivîskarên Navneteweyî PENê a şaxa Denmarqê. Li Kopenhagê, li Navenda Çanda Kurd a Denmarqê di civîna gel de axaftinek kir. Altan, li ser mijara Kurd sekinî û got ku, li Tirkiyê di destpêkê de carekê bişkova yekem bi şaşî hatiye qulpok girtin, ji ber vê hemû bişkovên gomlek bi şaşî tên qulpok girtin. Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin pêwiste guhertinên bingehîn pêk bên.
Axaftina Altan Tan, gelek caran bi çepikan dihat birîn.
Altan Tan li ser zagona nû ku wê di destpêka meha gulanê de were nivisandin jî, got, zagona nû hêviyê nade me. Zagoneke bi vî awayî ne mesela Kurd çareserdike ne jî Tirkiyê demokratîk dike.
Tan, “pirsgirêk ne pirsgirêka ol û baweriyê ye, ev pirsgirêk, pirsgirêka mah û mafdariyê ye. Divê herkes bi ol û baweriya herkesî re rêzê bigre.”
Altan, di axaftina xwe de diyar kir ku sedsala 21 an de ne pêkan e ku Kurd êdî bê statû bimînin û “em dixwazin li ser vê erdnigariyê bi brayên xwe re wekhev bijîn.