
Lêkolîneke cîhanî eşkere dike ku Îran bi qeçaxî nefta Îraqê dibe û hikûmeta Îraqê li heber Îranê bê denge.
Li gor rapora senterê cîhanî bo lêkolînên sermayerazandinê Îran salê bi bihayê 178 bilyon dolaran neftê ji nav axa Îrzaê didize. Li gor raporê Îran nefta Îraqê ji bîrên neftê yên Dehleran, Neftşehir, Beyderxerib û Aban rojê 130 hezar bermîlan bi dizî û qeçaxî dibe.
Lêkolîna navborî dide eşkere kirin ku, hikûmeta Îraqê û wezareta neftê ya Îraqê heta nuha li heber dizîna nefta Îraqê ji aliyê Îranê ve bê denge.
Berdefkê wezareta nefta Îraqê Asim Cîhad dibêje ku, haya wezareta nefta Îraqê ji wê lêkolînê nîne û gelek newrastî di wê raporê de hene.