Nivîsar

Hişdariya avakirinê

 

  Dirustbûna dewleta Îraqê her ji roja damezrandinê û heya helweşana wê di roja 9.04. 2003ê da ne li ser bingehek mukum û li gor pêdawîstiya peywendiyên wê yên civakî bûye. Ji lew di gişt qonaxên têda derbaz bûyî da ji qeyranekê bo yeka din gilor bûye û evro ji her rojeka din pitir yekêtiya wê di van sinorên îroyîn da li ber pirsyara demiye û her tim mana yekbûyî û yekêtiya vî welatî diîna ber heldêra ji hev ve qetayanê. 

Pirsgirêka herî giring ku, bûye sedema van gişt qeyranan, belku mirov dikarît bêjêt maka gişt qeyranên vî welatî, pirsgirêka Kurdî bûye. Weke dihêt zanîn piştî helweşyan û ji navçûna dewleta zelamê nexwş ( dewleta Osmanî ), di şerê yekê yê cîhanî da (1914- 1918) ev welate û piraniya welatên Rojhelata Navîn li gor xwestek û berjewendiyên dewletên zilhêzên wê demê hatine damezrandin û bi hindek hêlên xar û vîç sinor jêra danan e, ya ji giştan hêbetî tir ewe ku xelkên van welatan dizanin ku ev welatên han û ev hêlên binav sinor, û bi pîroz dizanin , ne bi awayek dadperwerane hatine kêşan, belku li gor xwestek û berjewendiyên wan zilhêzan bo demeke dirêj û li gorî berjewendiyên wanên ramyarî û sitratîjîk ku, di şerê cîhanî yê yekê da birawe bûn, ew jî Birîtanya û Ferensa. Wenebe ku rewşa welatên din yên Kurdistan bi ser da hatiye parve kirin, baştir û hêwirtir be; nexêr. Belku gelek ji Îraqê pir kêştir û di kotela qeyranên hişk û dijwar da ku hebûna yekîtiya axa van welatan li ber barovêye û herzêliya barê tenahiyê li her sê welatên din Turkiya, Îran û hewr û bangîniya Sûriyê ku ha evro yan sube helweşiya û ev peleqajiya wê, wê bibe agir û tev sinorên bixortî çêkirî wê bihên helweşîn û rojhelateka navîn a gelek cihê û cuda wê cîhan pê aşina bibe.

Helweşyana Îraqê di roja 9.04.2003ê da bûye sedema xilulebûna tev sinorên van welatên ji pirsgirêkên netewî û civakî di tilove.

Kurdistan a başûr ku xwedî serboreke pirî balkêşe û di hemû qonaxên Îraq têde derbaz bûyî da kênca wê û şûn dewsên wê li ser rêrewa Îraq têda derbazbûy heye û diyare. Lê piştî helweşyana rijêma milxar û şovîniya Seddamî ev role kete qonaxeka din û ji berhelestkariyê û opozisyonê, bû hêza ragira Îraqê wek welat di çarçovê sinorên wê yên ku weke dewlet li nav êketiya milletan pê hatiye nasandin. 

Serkirdatiya Kurdî hind pêgîrên ragirtina barê aramiya Îraqê ne û gelek caran em wek millet gazindan dikeyn ku di ser wan malwêranî û nexşê jiholêrakirin wek netewe ku li gor perensîbên Cardana Mafê Mirovî dikeve xana ( HOLOCOST ), yên bi ser gelê me dahtîn ji cînosayîd û gohertina cografiya Kurdistanê û Erebkirinê ku desthelatdarên vê Îraqê bi ser gelê me da anîn, di ser vê yekê hemiyê re jî hêj serkirdên me peroşên ragirtina barê aramiya vê Îraqê ne û her tim tekeza wê yekê diken ku naxazin tevnê civakiyê vî welatî beref veqetan û şaryana kêşên civakî biçît, ku ji bilî malwêranî û zêdgavî zêdebûn di der mafê mirovî de, berhemeke din jê nahêt çaverê kirin.

Lê li alê din jî, anku aliyê Erebî li Îraqê, kanê ew bi çi reng li van gişt pirsgirêkan dimeyzînin! Dîda wan bo me gelek giringe, çunku divêt li gorî dîda wan em helwêst bigrîn û serederiyê digel bikeyn. 

Bercestebûna aramiyê li Îraqê di berjewendiya gelê me da ye û berevajî jî raste. Hebûna girjî û tund û tûjiyê diyalog û danûstandinan beref qerisînê dibet û hevdijiyê xort diket û ji bilî şepilandina barê abûriya welatî ku hîç aliyek bê ziyan jê qortal nebit.

Pirsgirêkên di nav hêzên siyasî yên Îraqî ( ji bilî Kurdan ) da û girjiya di nav wan de sedemeke ku pirsas maddê 140ê û gişt pirsgirêkên din nehêne nav rojeva gişt layenên peywendîdar. Serkirdatiya Kurd çend hewldanan biket û li delîvan bigerhit, tenê dê gul sedayê xwe bit. Raste ev pirse bo me gelek di giringin û bo serkirdatiya siyasî mana wan û mefdariya wan di serkêşiya serokatiya gelê Kurd de bercste dibit. Her ji ber vê yekê ye rêzdar serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî gelek bi rijdî û bi berdewamî dakokiyê diket û belku kar geheşte wî radey ku êdî Serokî hoşdariyên hişk raberî desthelatdarên Îraqê kirin, ku eger ew li xwe mukur nehên û amadebaşiya xwe bo diyalogê û pêgîrî bi destûrî neken, hingî barê aramiya vî welatî ( Îraq ) û yeketiya wî wê beref semtek dî biçit û parastina berjewndiyên netewa Kurd yên stratîçîk wê bibin hêlên sor û ji layê serkirdatiya siyasî û netewa Kurd ve wê bihên peyrew kirin; her wekî di peyama rêzdar  Mesud Barzanî serokê herêma Kurdistanê de li Newroza îsal bi raşkawî ragehandî.

 

Kêşên siyasî yên di navbera hêzên siyasî yên Ereb ne li ser bingehek çînayetî û cîhanbîniyek cihê dihêt peyrew kirin da şiyan hebit bi rêka diyalogê ev kêşe li ser bingeha parastina berjewendiyan û lêk nêzîk kirina cîhanbîniyê li gor parseng kirina hêzan, belku li ser bingehek tayîfegeriya olî. Û rîh û regên vê kêşê xwe gelek kûr dahêlaye nav semta dîrokê û gelek xwînawî kirye û  şer û hingamên pir dijwar li dijî hev tomar kirine û kartêkirinek nerênî li ser rengê hizirkirina wan kiriye û ta ol nehêt reforme kirin wê ev kêşe her di berdewam bin û weke diyar reformekirina olî  û hizirkirin di reformekirinê de jî di vê qonaxê de xewin dîtina çûçikane!

Pirsa me Kurdan ne pirsek olî yan tayîfegerî ye belku pirsek netewiye û lê dîsan jî her dû hêzên teyîfeger yên Îraqî, Sinne û Şîe, tim hewil diden Kurdan bikêşin nav vê kêşmekêşê! Her çende li destpêka dirustbûna Îraqê ev yeke ji layê dagîrkerên İngilîz hatiye peyrew kirin, lê her hingî jî sertîra wan bi kevran keftiye û Şêx Mehmûdê nemir ala memleketa Kurdistanê hilda û xwe bi Melîkî Kurdistan anv kir. Anku me li Kurdistanê hîç kêşên olî yan tayîfegerî nînin û sedemên vê yekê jî gelekin lê ya ji gişan giringtir parçebûna Kurdistanê ye bo ser çar welatên cuda da û bêy ku pirs bi netewa Kurd bihêt kirin; ji ber vî sedemî tev hîvî û xwestekên Kurd hatine bişaftin bo vê dîdê û kêşên din yên civakî û cîhanbînî hatine paşxistin. Wenebît ku akamên vê yekê tev di erênîn bin, nexêr lê bo fakterek qenc û gelek xort ku kêşên tayîfegerî li Kurdistanê kênca xwe li ser civaka Kurd hinda biken û tev pêkolên dest û pêwendên helgirên vê dîdê li nav civaka Kurdistanê her tim bê pişt hiştine û ji layê civakê ve jî  ji sûyê gerim û rêzdariyê hatine  zirbehir kirin û belku gelek caran nefretan jî lê dibarînin û bi çavek nizim lê dihêt mêze kirin, û takê Kurd nivêj li dûv banaga wan nekir û di ayîndeyê de jî nahête çaverê kirin ku kênca wan li ser civaka Kurdistanê bihêt hest pê kirin û şiyana hindê peyda biket, ku semta dîda cîhanbîniya Kurdan bo kêşmekêşên tayfegeriya olî bihêt araste kirin.

Helbet vê kêm kênciya dîda tayîfegeriya olî li Kurdistanê bûye hander û fakterek e bihêz bo bercestebûna barê aramiya civakî û Kurdistan bi dirêjiya dîrokê her tim bibe mêrga arama pêkvejiyanê û pirrengiya xwe ya civakî biparêz e. Lê piştî dirustbûna hikumeta herêma Kurdistanê ev faktere pitir hatiya bihêz kirin û bidîdên cîhanbîniya vî serdemî, ku ew jî xwe di parastina mafê mirovî de berceste diket, xwedî lê derketiye. 

Barê aramiya herêma Kurdistanê li ser vî hîmê qayîm avabûye, ku di ser vê pêla tayîfegeriya bihêz ya devera Rojhelata Navîn girtî, bibe mêrga aramî û pêkvejiyanê ya gişt olên cihê û van fireneteweyan. 

Ev faktere, faktera aramiyê û pêkvejiyanê mînanekek bihêze di destê serkirdatiya siyasî ya Kurd da bo navberîkirinê di navbera herdû hêzên tayûfeger ên Îraqê. Çunku maka gişt kêş û pirsgirêkên  ku Îraq tûş bûy ji bilî pirsgirêka Kurd pirsgirêka tayîfegeriyê ye û  ne tevlîbûna Kurdan di nakokiyên tayîfegrî da û radestbûna aramiyê li herêma Kurdistanê rolê navberîkariyê weke erk keftiye ser milên serkirdatiya Kurd, bo hêwirkirina stûna ragirtina barê aramî û pêkvejiyanê. Ji bilî vî erkê hêwirkirin û navberîkariyê, erkek din jî dikeve ser milê serkirdatiya siyasiya Kurd ew jî xortkirin û piştevanîkirina hêzên sekolar û leberal e û kêşana wane bo nav qada diyalogê. Çunku hêzên sekolar û leberal ji herdû hêzên tayîfeger pitir xwedî cîhanbîniyek mirovdostin û hokarin bo dîmokratîzekirina civaka Îraqê. Ji akamên  lawzbûna vê cîhanbîniyê Îrqa niqomî van pirsgirêkan bûye û pirsgirêka Kurdî bêçarekirin maye hilawîstî.

Gelalebûna giringiya radestkirina barê aramiyê li Îraqê ku di xizmeta çarekirina gişt pirsgirêkan û bi taybet pirsa madê 140ê da ye li ba serkirdatiya Kurd bûye xwedî giringiyek balkêş, ku eve jî ji hêvênê wan serboran e yên serkirdatiya Kurd têde derbaz bûy.

Ji lew hoşdariya rêzdar serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di dema xwe de hat, çunku gîrokirin û xwedizîn ji berpirsyariyê ne di xizmeta gelên Îrqê da ye û hebûna vê dewleta bi xortîçêkirî, evro ji hemû deman pitir kawdan di amadene da ku şaşiya sala 1921ê bihête çare kirin û ev welate  bibe Îraqa Kurdan, Ereban û gişt pêkahtiyên din yên Îraqê.

Lixwemukurhatin û hevpejirandin û dannan bi şaşiyan û qerbûkirina ziyanpêkeftiyan dibe hîmên qayîm ku Îraqek nû bihêt ava kirin û aramî sîbera xwe li vî welatê bi dirêjiya dîrokê tenahî lê hizret, biket. 

Eger herdû hêzên tayîfeger her li ser deh û dûya xwe di berdewam bin û xwe ji berpirsyariya li ser milên wan bidine paş û yan paşgeziyê biken, û xwe bispêrine kanê wê gêleşoya cîhana Erebî vegirtî bigrin, kanê wê çi bixwe re bîne; wê ev welate di kotela van pirsgirêkan de beref nişîviya jêkveqetyana civakî û itnî ya êkcarî bibe. Hingî tev hoşdariyên avaker û berpirsyarane jî nikarin rêkê li ber vê nişîviya gilor bûy bigrin. 

Serkirdatiya Kurd nikarît bo demekê nediyar li benda hêwirbûna wan kêşan bimînît, yên di navbera herdû hêzên tayîfegerên Sinne û Şîye da.

Ji xwendina hoşdariya rêzdar serokê herêma Kurdistanê xweya dibe kanê sîngfirheyîya serkirdatiya Kurd gehiştiye kîjan astê û amedabişya her pêşhatekê geheştiye kilwek bilind.  

 

 Mihemed Çelkî

 

 

Back to top button