Polîtîk

Kawa Mehmûd wek gotyarê fermî yê hikûmetê hat destnîşankirin.

Sekreterê civata wezîran a Herêma Kurdistanê, Mihemed Qeredaxî, diyar kir, wezîrê rewşenbîriyê, Kawe Mehmûd wek gotyarê fermî yê hikûmetê hat destnîşankirin.

Mihemed Qeredaxî, ji AKnewsê re got, wezîrê rewşenbîrî û lawên Kurdistanê, Kawe Mehmûd, gotyarê fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û dikare bi navê hikûmetê daxuyaniyên fermî bide.

Piştî dest bikarbîna kabîneya nû ya hikmeta herêmê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, nebûna gotyarê hikûmetê bûbû rojeva medyaya Kurdistanê.

Tê zanîn, kabîneya nû ya hikûmeta herêmê, roja 5 Nîsana îsal bi fermî dest bi kar bû ku ji 19 wezîran pêk tê.

Back to top button