Îmarat yekemîn keştiya asmanî dişîne (Mars) Merîxê
Îmarat hengavekê mezin li warê zanistiya feleknasiyê davêje û dibê yekemîn welatê Erebî ku keştiya asmanî dişîne ser hesareya (Mars) Merîxê.
Bi şandina “keştiya asmaniya hêvî” Îmarat dibê yekemîn welatê Erebî ku keştiya asmanî bi mebesta lêkolînê dişîne ser hesareya Merîxê. Bi wê hengavê jî dixwazê pêgeha Ebudabî li rûyê zanistî û feleknasiyê de biselmênê. Li gor medyayên Îmaratê keştiya asmaniya hêvî roja çarşemê 15ê temmûzê li navenda valahiya asmanî ya Tanîgaşîma ya Japonê dişîne valahiya asmanê.
Ajansa nûçeya Îmaratê ragihandiye “veguhestina keştiya asmanî ji Dubeî ve bo Japonya zêdetirê 83 demjimêran kişandiye”. Her wiha tê çaverê kirin keştiya asmanî li meha şubata sala 2021 bigihe Merîxê û eve jî hev dem dibê li gel salvegera 50 saliya damezrandina wî welatî.