Polîtîk

Çîn rûpêçan pêşkêşî Kurdistanê kir

Berî nîvroya îro 220.05.2020 Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê bi amadebûna Hêmin Qadir Cîgirê Parêzger li Dîwana Parêzgehê, pêşwaziya Ni Ruchi Konsolê Giştî yê welatê Çînê li Hewlêr û şandekê li gel da kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Giştî yê welatê Çînê li Hewlêr, spasiya wê pêşwaziya germ kir û balkişand li ser wê yekê ku bi navê Hikumeta Çînê û gelê Çînê, spasiya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi Serokayetiya rêzdar Mesrûr Barzanî û parêzgeha Hewlêrê dikîn beramber wan rêkar û rênimayiyên ji bo berevanîkirina belavbûna Koronayê kirin û ragihand: “Ev viruse tixûban nas nakê û her li destpêka hatina Korona ve me li gel Herêma Kurdistanê, dest bi gihandina hevkarî û yarmetî û şêwirîna tendirustiyê û xweparêziyê ya li gel aliyên peywendîdar de kir ku çawa berevaniya vê virusê bikîn. Îro jî xweşhalim ku em hatine li vê çarçêweyê da rûpêç pêşkêşî parêzgeha Hewlêrê dikîn.

Ji aliyê xwe ve Parêzgerê Hewlêrê ji bilî bi germî bixêrhatina Konsolê Giştî yê Çînê û şanda li gel kir û got: “Spasiya welatê Çîn û gelê wê dikîn, ji bo wan hevkarî û yarmetiyên tendirustiyên ku her li destpêka hatina vê vîrusê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirin. Em ji Herêma Kurdistanê ve herdem çavê me li ser wê pêşketin û rêkaran bûye ku ji aliyê welatê Çînê ve hatine encamdan. Herdem me hewl daye sud ji wê ezmun û tecrubeyê werbigrîn ku berevaniya virusa Korona bikîn ku belav nebê. Li vê derbarê de bi hêviya xwedê me pêşketinên baş bi dest ve anî”.

Back to top button