Civak

NY 2 milyon belge li ser jenosayda Êzîdiyan hatine komkirin

Tîma Taybetî ya Lêkolîna li Tawanên Da’îş ku ser bi Neteweyên Yekgirtî ye ragihand dû milyon belgeyên din li ser tawanên Da’îş li Iraqê hatin komkirin ku eve jî dosyeya dadgehiya Da’îş li ser jenosayda Êzîdiyan bihêz dike.

Tîma Taybetî ya Lêkolîna li Tawanên Da’îş ku ser bi Neteweyên Yekgirtî ye, ragihandiye li hewlên xwe yên ji bo komkirina belgeyên li ser rêxistina terorîstiya Da’îş berdewame û zêdetirê dû milyon belgeyan li ser tawanên Da’îş li Iraqê da bi destketine.

Malpera El Hurre îro çarşem 20.05.2020 zanyariyên tîmê belav kiriye û balişandiye li ser wê yekê ku komkirina van belgeyan hewlên dadgehkirina terorîstên Da’îş ya li ser jenosayda Êzîdiyan bihêz dike.

Her wiha wê tîmê gotiye wan dû milyon belge bi destketine, gelek ji wan ji tomarên peywendiyên telefonî û kurtenameyên mobilan pêkhatiye ku ew hemû wiha dike ku ew tîm çavkaniyên belgeyên dinê rêxistina terorîstiya Da’îş bigerê.

Dûpat jî kir ku li şeş mehên pêş de, karên wan bi tevahî yek alî dibê û ji bo eve jî hemahengiya zêdetir li gel dezgehên Iraqiyan dikin.

Back to top button