Di pirkûjiya Seyfo de rola kurda
Seyfo Center rêkxistinek însanî ya Suryaniyan li dijî pirkûjiyê ye. Navenda Lêkolînê li ser pirkûjiyên Suryaniyan- Seyfo Center di 2004 an de ava bû. Armanca wê, tevkujiya Seyfo ku hatiye jibîrkirin bihêne rojeva raya giştî û ji bo niqaşkirina pirsê zemînên demokratîk peyde bike. Komelên Seyfo Center li Holanda, Almanya, Beljîka, Swêd û Emerîkayê hene. Li Zelenda Nû û Awusturalyayê çalakiyên wan pêk tên. Li deverên komelên wan tûne, bi piştgiriya komelên çandî û nûnerên xwe, kar û xebatê didomînin.
Di salên 1914-1915 an de, dema tevkûjiya Ermeniyan pêk hat, di heman wextê de qirkirina Seyfo jî dest pê kiribû. Lê ji ber mezinbûna tevkûjiya Ermeniyan, qala Seyfo zêde nehatine kirin. Seyfo Center dixwaze balê bikşîne ser bûyera Seyfo û ji bo nasîna wê xebata legal dike. Di karê xwe de qala bihêzkirina dostaniyê dike. Xurtkirina têkiliyên bi gelên herêmê, ji xwe re bingeh digre. Niqaşkirina pirsê di platformên demokratîk de pêk dihêne. Di platformên demokratîk, bi beşdarbûna pisporên pirsê, ronakbîr û siyasetvanan û bi rêya niqaşê mirov dikare rê li ber hevfêmkirinê veke û brînên bi salan nehatine dermankirin, derman bike. Bi rêya konferansên li Ankara, Amed û Mêrdînê mirov dikare gelek encamên erenî bi dest bixe, dibêjin.
Li gorî rêvebirên Seyfo Center, rûpelên dîroka miletan tenê ji rûpelên spî pêk nayên. Gelek buyerên nexweş bûne û xelk ji awira rûhî ve brîndar mane. Êşa wan îro jî didome. Ji bo ku li ser xaka me heq û hiqûq derkeve pêş, aştî û azadî were, dostanî bên xurtkirin, çanda demokrasî û mafê mirovan şîn bibe, divê em karîbin dîroka xwe ji awira rexneyî ve binirxînin.
Seyfo Center bi munasebeta 24 Nîsanê ku destpêka pirkujiyê tê hesêp, mijarek giring, ”Di pirkûjiya Seyfo de rola Kurda” li gelek deverên Ewropayê dide ber niqaşê. Du (2) konferans li Swêdê, li bajarê Stockholm û Goteborgê pêk tên. Nivîskarê nasdar Orhan Mîroglu hatiye vexwendin û ew dê li ser pirsê biaxife.
”Enstîtuya Mezopotamya ya Lêkolînê ji bo Parastina Mafê Zarokan / Sektîona Mafê Mirovan-MIR” li ser pirsê bi serokê Seyfo Center li Swêdê Fehmi Barkarmo re axifî. Em hevpeyvîna bi Barkarmo re bi we re parvedikin.
BARKARMO: Rawestandina dijîtiyên li dijî Kurdayetiyê bi helwestên Kurda ve girêdayî ye
Ji bo çi hûn rola Kurda dikin mijara niqaşê?
Fehmi Barkarmo: Pirs ji gelek awiran ve balkêş e:
Ji aliyekî êşên eşîretên Kurdan ku beşdarî qirkirinê bûne di laşên me de vekirine, îro jî didome. Li aliyê din ji ber vê êşê bêbawerî, tirs û nêzîkbûnên neyênî ku li hemberî hemû şêweyê Kurdayetiyê zêde dibe rê li ber hevkariya herdu gelan digre. Li gel gavên erênî yên siyasetvan û hinek şexsiyetên Kurda, nêzîkbûna gel ya neyênî didome.
Di dema qirkirinê de, beşek ji Kurda ji bo ku me ji qirkirinê rizgar bikin, xetera kûştina xwe dane ber çavan. Di demên dawiyê de, beşek ji ronakbîr û siyasetvanên Kurda li dijî pirkûjiya Suryaniyan helwesta xwe diyar dikin. Ev gavên erênî nîşan didin ku, dema niqaşkirina mijara ”Di Qirkirina Seyfo de rola Kurda” hatiye.
Rêkxistina mafê mirovan Seyfo Center, ji bo xurtkirina dostaniya herdu gelan, Kurd û Suryaniyan insîyatîfa pêkanîna van konferansan dixe destê xwe. Di konferansan de dê ji herdu aliyan pisporên pirsê bêne cem hev û bi dîtînên xwe pirsê ronî bikin. Ji niha vê gelek kes û dezgehên pê hisîyane, bi erênî çalakiyên me dinirxînin.
We qala nêzîkbûnên Kurda yên erênê kir. Hûn dikarin bi firehî pirsê binirxînin?
Fehmi Barkarmo: Nimûneya herî mezin, nêzîkbûn û helwêsta Şêx Fethullah ya li dijî tevkujiya Suryaniyan e. Ew, di qonaxa qirkirinê de bi gund bi gund geriya, xwe gihand eşîretên Kurda û berpisên artêşa Turkiyê û ji wan xwest ku, qirkirin û kûştina Suryaniyan pêk nehênin.
Nimuneya duwê, Kurdek bi navê Barzan Botî, di 2010 de tevayê erd û milkên xwe bi rêya Seyfo Center paşde da Suryaniyan. Ji ber ku erdên ji bavûkalên wî mabû, malê Suryaniyan bû. Wî di heman demê de xemgîniya xwe li ser pirsa pirkûjiyê anî zimên.
Nimuna 3:em, Suryani cara pêşî bi dengê Kurda nûnerê xwe Erol Dora şand Ankarayê. Ev gava Kurda, delîl û ispatek eşkereye ku Kurd dostaniya Suryaniyan dixwazin.
Nimuna herî dawî, di dema hilbijartina buhurî de, serokê DTK ê Ahmet Turk çû serdana Komela Çandî ya Suryaniyan li Midyadê. Li wir eşkere, gunehkariya eşîretên Kurda ku beşdarî qirkirina Ermenî û Suryaniyan bûne, mehkum kir. Ji bo beşdarbûna Kurda lêborîn xwest.
Armanca pêkanîna konferansan çi ye?
Fehmi Barkarmo: Di çalakiyên wisa de beşdarbûna Kurd û Suryaniyan, niqaşkirina pirsê ji aliyê pisporan, gavavêtinên erênî ji bo dermankirina birînê û zemînên ji bo pêkanîna baweriya herdu aliyan bi hev, giring e. Daxwaziya me ew e ku, bi rêya çalakiyên wisa têkiliyên nav rêkxistinên însanî xurt bibe. Çalakî bibe platforma hevdû nasîn û dîtîna dezgeh û rêkxistinên din. Têkilî û hevkariya nav wan li ser esasê rêz û hurmeta ji bo hêzên hev û nasnameyan xurtir bibe.
Pir giring e ku qonaxa têkiliyan helwêstek hevbeş li dijî Kurdên beşdarî Qirkirina Seyfo bûne belav bibe û gunehkar bêne mahkûmkirin.
Hejmarek siyasetvan û ronakbîrên Kurda li dijî qirkirinê beyan belav kirine û axifîne. Lê ev têr nake. Divê pirs di konferansên wisa û beşdarbûna xelkê bê niqaşkirin û şaşîtî bêne mahkumkirin. Mehkûmkirina şaşîtiyan ji aliyê siyasetvan, ronakbîran ve pêk were û xelkê jî tevlî biryarê bike.
Hinek ji Kurdan, berê pirsê bi rêya ”di wê demê de Kurd jî hatin kuştin” didin guhertin. Ev şaş e. Ji ber ku Kurd ji aliyê Suryaniyan ve nehatine kûştin û mijara me ne ew pirs e. Guhertina rojevê sûdê nagihêjîne herdu aliyan.
Em hêvîdarin ev konferans û çalakiyên bi vî rengî rêya têkiliya nav herdu gelan xurt bike. Ji bo dermankirina brînan gav bêne avêtin, şaşîtî bên mehkûmkirin û Seyfo bê nasîn. Şaşîtî bi dawî werin û cihê xwe bidin gavên erênî.
Çima taybetî hûn Mîroglu vedixwînin konferansê?
Fehmi Barkarmo: Mîroglu, bi nivîsîn xwe yên li ser parastina pirçandîbûna herêmê, destnîşankirina êşa xelkê ji ber polîtîkayên dewlêtê yên şaş, tê nasîn. Li dijî wî ji aliyê dewletê dawe hatine vekirin û bûye hedef. Di pirtûka xwe ya ”Bubhure Marin” de qala gelê me û buyera pirkujiyê dike. Li Turkiyê bi şêweyekî eşkere pirsa pirkûjiyê dihêne zimên. Ev tev sedem in ku, em wî vexwînin û da ku li dîtînên wî guhdarî bikin.
Hayê me jê heye û em zanin ku hejmarek ronakbîrên Kurd û Suryanî li ser vê pirsê pispor in. Di çalakiyên xwe yê pêşerojê de, em ê wan jî vexwînin û li dîtînên wan guhdarî bikin. Bi rêya wan, têkiliyên xwe xurt bikin. Bi çalakiyên wisa, em dê armanca Seyfo Center ya ”çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têkilî û hevkarî”yê bi cî bihênin.
Hevpeyvîn: Gabar ÇIYAN & Enstîtuya Mezopotamya-Navenda Dokumentasyonê