Cîhan

Obama li ser kûrsiya Rosa Parks a dîrokî rûnişt

Serokê Amerîkayê yê yekem resenê wî Afrîqîye Barak Obama, li kûrsiya Rosa Parksê ku sembolê serhildana reşikan e rûnişt.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYE) Barack Obama, çû serdana otobûsa ku Rosa Parksê boyqot kiribû. Ew çalakîya afrîqî-amerîkî Rosa Parks, tevgera Gelên Sivîl livandibû û dawî li cûdatiya nijadiyê anîbû.  

Obama, ji piştgirîyên xwe re sûretên xwe şandin û bi peyama xwe diyar kir ku, “dema min siûda rûniştina otobûsa Rosa Parks bi destxist, ez li ser wêrekî û ezma wê a ku perçekî dîroka me ya nêz e hizirîm.”

Rosa Parks, sala 1955 an, li hemberî, cermspî li pêşiyê, cermreş li paşiyê rûniştina otobûsê  derketibû. Li ser vê Parks hatibû girtin û Montgomery li Alabama “boykota otobûsê” destpêkirin dabû. Reşikan, siwarbûna otobûsê protesto kirin û ji bo çûnehatiyên xwe komeleyek ava kirin. Rêbertiya komeleyê jî Martîn Luther King Jr. kir.
Ciyawaziya li dij çermreşên afrîqî û amerîkî, li Amerîka, di sala 1964 an de bi “Zagona Mafên Sivîl”, 1965 an de bi “Zagona Mafên Deng Dayinê” hinekî bi dawî bû.

Back to top button