Barzanî: Hêdî pirs bi çek çareser nabe
Serokê KurdistanêMesud Barzanî di çerçova serdana xwe ya Tirkiye de, li Stanbulê serokwezîr Erdogan û cîgirê serokkomarê Iraqê Tarik Haşimî dît. Îro Barzanî hate Enqere.
Barzanî li Enqere li gel serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul hevdîtinek kir . Herweha Barzanî civînek li gel wezîrê dervê Ahmet Davutoglu jî pêkanî. Piştre Barzanî pêşwaziya şandek ji BDP-ê jî kir.
Li otêla Sheraton Barzanî bersiva pirsên rojnemevanan da. Hinek pirsên Rojnemevana û bersivên serokê Kurdistanê:
– Ji bo PKK ji dev çeka berdê kesekî daxwazî ji we kir?
Barzanî : Pirs bi çekan çareser nabe. Divê bi aşitî çareser bibe. Ji bo pirsgirêka heyî bi awayek aşitiyane çareser bibe dê hewldanên me berdewambin. Ji bo vê yekê emê arîkariyê bikin.
– Hun di navbera Tirkiye û Qendîlê de tu navçîyekî dikin?
Barzanî: Bi rêya me tu civîn yan jî hevdîtin li gel Qendîlê çênebûne.Min negotiye “ ezê welê bikim ku PKK ji dev çeka berdê“ Ez dibêjim dema çekan şûnde maye.Eger guh bidin min, dê li rêyên aşitiyê bigerin.Piştî vê qonaxê bi çekan nagihêjin derekî. Ji hir pê ve PKK bi çekdarî berdewam be, hêdî ewê qîma xwe li encamê wê jî bînin. Ez rê nadim ku PKK li Kurdistana Iraqê hukumraniyê bike.
Li ser pirsekî di derbarê vekirina demokratîk de, Barzanî got: Ez bawer dikim ku, PKK û BDP pişgiriya vekirina demokratî û perspektifa Tikiye ya nû bikin baştir e.
Li ser pirsekî di derbarê kongreya netewî û hinek peyamên BDP-ê, Barzanî got: Em dixwazin bi kongreyek netewî peyama aşitiyê bidin. Wek herkesek dizanê siyasetek ya min û ajandeyek ya min heye. Ez ne kesekim ku ajanda hinek din pêkbînim.Bila herkes li dora xwe binêre.
Li ser pirsekî di derbarê Suriye de, Barzanî got: Tu mafên kurda li Suriye tuneye, hetta nasnama wan jî tuneye. Encumenê Niûtimanî ya Kurda li Suriye, hevdîtina li gel Encumenê Niştimanî ya Suriye dike. Divê mafê kurda bê naskirin.
Rojenemevanekî ji Barzanî pirsî:
– We gotibû ku, eger pirsa meli gel Iraqê neyê çareserkirin, emê pirsê ji gelê xwe bikin. Gelo ev tê wê wateyê ku hunê pirsa serxwebûnê ji gel bikin?
Di bersiva xwe de Barzanî got: Dewletek serbixwe mafê her miletekî yê sirûştiye.Tercîha me ewe ku em çareseriyekî ji bo rewşa Iraqê peyda bikin. Eger aliyên din yên Iraqê ji bo peydakirina çareseriyekî ne amadebin, emê berê xwe bidin gel û pirsa xwe ji wan bikin. Emê guh bidin biryara gel. Tu rêyek din li pêşiya me namîne.
Li ser pirsekî Barzanî behsa TRT 6-ê kir û got, gavek gelek erêniye, ez berê xwe didim bernama destê we sax be.