Civak

900 kes çûna Hecê betal kirin

Ji ber belavbûna virusa Korona yê welatê Singapurê çûna hecê ya îsal ragirt.

Civata Ola Îslamî ya Singapurê diyar kir ku ji ber belavbûna virusa Korona yê çûna heca 900 misilmanên Singapurî ku navên xwe tomar kiribûn wê ji bo sala nû bê paşxistin.

Her wiha got: Bi şêwirîna li gel Wezareta Tendirustiyê wan vê biryarê daye û Desteya Fetwaya Singapurê jî piştevaniya xwe ji bo vê biryarê nîşan daye.

Li welatê Singapurê heta niha 26 hezar 268 kes tuşî Korona yê bûne, heta niha 21 kes canê xwe ji dest dane.

Back to top button