Civak

Daîş bi eşkere agir berdide dan û dexlên cotkarên Qeretepe

Rêxistina Da’îş hejmarek wêneyan belav kir ku têda agir berdide berhemên dan û dexlên cotkarên Kurd û dişewitîne.

Li ‌beşekê wan wêneyên rêxistina terorîstiya Da’îş belav kiriye, hejmarek çekdar pûş û zeviyên genim û dan û dexlên û berhemên cotkarên li qezaya Xaneqînê dişewitînin. Her wiha li gor wêneyan, agir berdane berhemên dan û dexlên cotkarên tixûbê Qeretepe û şewitandine.

Eve dû hefteye terorîstên Da’îş dest bi şewitandina hejmarekê zêdeyê berhemên çandinê ya cotkarên Kerkûk, Xaneqîn, Qeretepe û qezaya Mexmûr kiriye û ziyanekê zêde bi cotkarên Kurd gihandiye.

Back to top button