Civak
Ajansa Koriya alîkariya malbatên kêmderametên Kurdistanê dike
Îro 10.05.2020 bi beşdariya Kim Byung-Gwan Nûnerê Ajansa KOICA ya Hewlêrê û Dr Serdar Yasîn Komeleya Derçûyên KOICA li Kurdistanê û Ferîdun Osman Ehmed Serokê Rêxistina Geşepêdan û Alîkariya Mirovî Nidaa û endamên wan komeleyan belavkirina 500 paketên alîkariya ji bo kesên kêmderametên Kurdistanê hate ragihandin.
Ajansa Koriya KOICA dide zanîn ku li Herêma Kurdistanê ji ber rewşa ku Covid-19 ku qedexeya hatin û çûnê hatibû ragihandin, rewşa koçber, penaber û ew kesên ku karê rojane dikin pêwîstiya wan bi alîkariya heye û ji bo wê yekê jî biryarê dane vê alîkariyê pêşkêşî xelkên kêmderametên Kurdistanê bikin.