Cîhan

Serokê Kurdistanê Rûsya û Amerîka û Yekîtiya Ewrupayê pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li rûpela xwe ya taybetiya Tritterê du peyamên cûda cûda de pîrozbahiyê, ji bo helkefta Victory 75 pîrozbahiyê li Putin kiriye û ya din da jî bi helkefta VEDay 75 pîrozbahiyê li Yekîtiya Ewrupa û Amerika dike.

Peyama yekem de Serokê Kurdistanê dibêje: Bi helkefta Victory 75 pîrozbahiyê li Vladimir Putin Serokê Rusyayê dikim û her çende ji ber Covid-19 nikarîn bi awayeke girseyî pîroz bikîn, lê belê canik û camêriya wan jin û mêrên wêrek ku li Ewrupa û cîhanê aştiyê belavkirin ji bîr nakin û hevramanê wanîn.

Li peyama duyem de Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê dibêje: Bi helkefta VEDay 75 pîrozbahiyê li Serok û gelên Yekîtiya Ewrupa û Amerikayê dikim, em şanaziyê bi wan têkoşeran dikîn ku ji bo Ewrupa û cîhanê û ji bo milyonan kesan têkoşîna aştî û azadiyê kirin.

Back to top button