Polîtîk

Barzanî û Brouillette rewşa ûze û enerjiyê nirxandin

Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê peywendiyekê telefoniyê li gel Dan Brouillette Wezîrê Uzeyê (Enerjiya) Amerîkayê encam da û guftûgoyê di derbarê Hikumeta nû ya Iraqê û wan mekanîzman kir ku Amerîka û civaka navdewletî ji ber wan sedeman dikarin hevkariya darayî li Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.

Peywendiya telefoniya ku êvariya doh înê 08.05.2020 hatiye encamdan li daxuyaniyeke hikumetê de di derbarê naveroka peywendiyên telefoniyê hatiye ragihandin، “Di derbarê pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka guftûgo kirin. Her wiha di derbarê aboriyên virusa Korona li ser Herêma Kurdistan û Iraqê hatin nirxandin”.

Her dû alî li ser girîngiya zêdetir pêşxistina veberhênana Amerîkî li Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê uze û enerjiyê da hevraman bûn. Heman demê de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo xelkê Amerîka derbirî ku hejmareke zêdeyê xelkê wî welatî ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Back to top button