Ger dewleta serbixwe ya Kurdistanê bê ragihandin?
Nivîskarê navdar ê Tirkiyê Hesen Cemal di qunciknivîsa rojnameyekê de dinivîse ku Barzanî ji aliyê Obama ve wekî serokê dewletekê pêşwazî lê hat kirin.
Hesen Cemal wekî rojnamevanekî Tirk ê demokratxwaz ku bi salane derbarê pirsa kurd de nêrînên xwe bi awayekî objektîv dinivîse û parêzvaniyê li mafê Kurdan dike. Cemal di quncika xwe ya îro ya rojnameya Milliyetê de dibêje: “Carekî din navçeya me di navbera Sûriye, Îran û İraqê de dikele. Di rewşekî bi vî awayî de ger Enere û deshilata AKPê derbarê çareseriya pirsa kurd de pêngavên aştiyane bavêje, wê Tirkiye aram bibe. Wê bibe sedema wê yekê ku bandora wê li navçeyê zêdetir bibe. Ger ne, karê me zehmete.”
Cemal di paragrafekî din a gotara xwe de wiha dinivîse, Serokê Herêma Kurdistana İraqê Mesûd Barzanî li Washingtonê ji aliyê serokê Amerîka Barack Obama ve li Koçka Spî pêşwazî lê hat kirin. Ev ne tenê ji bo Kurdên İraqê, belkî ji bo hemû Kurdan pêşketinekî giringe; “Pêşwazîkirina Amerîka ya li Barzanî, wekî serokê dewletê, ‘peywendiyên taybet wesif’ dike. Lê ew peywendî ne nû ne.”
Hesen Cemal di berdewama axaftinên xwe dibêje, rewşenbîrekî serdema pêşmergetiyê ji çiya vegeriya û ji min re got: “Di dema şerê sar de me di navbera xwe de bi berdewamî guftûgoyên derbarê wê yekê de dikir ku gelo li Rojhilata Navîn wê Kurd yan jî Filistînî zûtir bibin xwediyê dewleta serbixwe.”
Tirkiyê di demekî pir pêwîst de pêngava navê rast dema rastiya Kurdên İraqê pejirand avêt. Lê heta îro girêdayî kurdên İraqê, nîşana pirsê di mejiyê Enqereyê de heye; “Ger dewleta Kurdî ya serbixwe bê ragihandin, yan ew dewleta kurdî ya di pratîkê heye, ger bi fermî bê naskirin, wê Tirkiye çi bike?”
(Rudaw)