Nivîsar

Nexşerê ya Barzanî, Nexşerê ya Kurdistanê ye…

Nexşerê ya Barzanî –

Nexşerê ya Kurdistanê ye…

Ji sala 1990an ve coxrafya ya Kurdistanê û hawîrdora Kurdistanê kete nav guherînên mezin de.  Ev pêvajo ya ku bi ketina hêzên Saddam/BAAS a nav Kuweytê de destpêkir û ji aliyê Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdistanê ve xwedî qonaxek gelek taybet û dîrokî bû, bi ragihandina Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê ve gihişt radeyek gelek berz. Kurdistan û pirsa Kurd ji wê demê ve ket nav pêvajoyek nû û gelek cûda ve. Rûpelên reş ên dîrokê ku her dem konjukturel li dij rewşa Kurd ve birêve çûyî xwe ber bi qonaxek nû ve guherand – Kurdan hêdî hêdî giringiya hebûna xwe – wek dozek neteweyî ya rewa, demokratîk, sekuler û aştîxwaz nîşanî navendên girîng ên siyasî û raya giştî ya cîhanê kirin. Di vê pêvajoyê nazik/hessas û dîrokî de – seknandina Mesud Barzanî bîngehek qayim û ewle ji doza Kurdistanê re peyda kir. Bi taybetî, ji rewşa Kurdistana Iraqê re û bi giştî ji pirsa Kurdistanê li her sê perçeyên din re….

Sala 200an , bi taybetî rûxandina rejîma Saddam/BAAS rewşek nû di herêmê de û bi taybetî ji Kurdistana Iraqê re anî pêş. Di vê pêvajoyê de danîna Destûra Nû ya Iraq a Federal, hilbijartina Birêz Celal Talabanî ji bo Serokkomariya Iraq a federal û hilbijartina Birêz Mesud Barzanî wekî Serokê Kurdistanê, di dîroka gelê Kurd de rûpelek nû vekir. Kurd di qada siyasî ya navneteweyî de, wekî partnerek rewa ya cîhanî cîhê xwe girtin. Doza Kurd yekem car di dîroka Kurd de, ji aliyê nûnerên rewa yên neteweyê xwe cîhê xwe di şanoya siyasî ya cîhanî de girtin. Di vê pêvajoyê de rola Serokê Kurdistanê – Mesud Barzanî rol a taybet û bîngehîn di dîroka Kurd de bi tîpên zêrîn dê bête nivîsandin.

***

Ji sala 2010an ve di herêma Rojhilata Navîn de, Bihara Şoreşan destpêkir. Mûm a ku li Tunisê hate vêxistin, çirîskên xwe avêtin bêje tevayiya cîhana welatên Ereb. Ji Adar a sala 2011an ve vê çirîskê xwe avête dewleta Suriye jî. Ji alî Kurdan ve û bi taybetî Kurdên Rojava ve rewşek gelek nû rû da. Niha salek piştî destpêka vê Şoreşa gelerî li Suriye, em dikarin bêjin ku Pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwe anî ber mêz a siyasî ya cîhanî de jî.

Serokê Kurdistanê, di pêvajoya Şoreşa gelên Suriye de daxuyaniyên gelek girîng da gelî Kurd û raya giştî ya cîhanî ku Pirsa Kurd hatiye qonaxek nû û divê bikeve rêya çareseriyê de.

Mesud Barzanî: Di Kongreya Kurdên Rojava li Diyaspora ku li Hewlêr a paytext civiyayî, Di Civîna Bibîranîna 66emîn sal a Komara Kurdistanê li Mahabadê, Di Kongreya gencên Kurdistanê, Di Newroza 2012an û ya dawî jî li Paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê – Washingtonê de – piştî hevdîtina xwe li gel Barack Obama – Serokê DYA de pêkanî de, ji bo Pirsa Kurd li seranserê Kurdistanê, li her çar perçeyan Nexşerêyek pêşkeş kir.

Li gor vê Nexşerê: Kurd wekî hemû gelên din ku li gel wan dijin . Ereb, Faris û Tirkan divê xwedî heman mafan bin. Kurd amade ne ku li ser bîngeha heman mafan konsensusek / lihevhatinek civatî li gel van Neteweyan deynin. Lê, ger bi rêra zorê û tadeyê mafên Kurdan bên pelixandin Kurd vê yekê qebûl nakin!

Li Rojavayê Kurdistanê, divê mafên Kurdan di Destura Pêşerojê ya Suriye de bên mîsogerkirin! Li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek Aştiyane destpêbike û bi rêya diyalogek medenî Pirsa Kurd bikeve rêya Çareseiyê de. Serokê Kurdistanê diyar dike ku: ger Partiya Karkerên Kurdistanê rêya Agirbestê bide ber xwe û Dewleta Tirkiye helwêsta xwe ya «bi rêya çekdarî çareseriya pirsê» berde. Ew amade ne, rolek girîng di destpêkirina pêvajoyek nû ya Pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê de bilîzin. Li Rojhilata Kurdistanê rewş:  girêdayî pozisyona navneteweyî û Komara Islamî ku di nav tevlîheviyek dijwar de ye. Dikare di demek nêz de zelaltir derkeve şanoya siyasî ya cîhanî de.

Bi kurtasî: di sala 2012an û di demên nêz paşî vê salê de: Rewşa Kurd / Kurdistanê bi giranî di Rojeva siyasî ya Cîhanî de dê cîhê xwe bigre û qayimtir bike. Kurd divê bi Nexşerêyek medenî ku li konjuktura cîhanî ya îroyîn ve di nav harmoniyê / nermahiyê de ye derkevin pêş raya giştî ya cîhanî. Potansiyel / Dinamizma Kurd di herêma girîng a Rojhilata Navîn de: bihêztirîn dînamizma demokrasiyê: bi  pirrengî, tolerans û naveroka xwe ya sekuler dikare bibe navendek gelek balkêş ji tevahiya cîhan a demokrat û modern re.

Serokê Kurdistanê; bi formulekirin û dagirtina pêwistiyên vê Nexşerêyê de –  Navenda herî girîng a Kurd e! Serokê Kurdistanê di çarçoweyek Kurdistanî ya medenî û demokratîk ve: Ev Nexşerê ji bo zanîna raya giştî ya cîhanî li Washingtonê jî ragihand!..

Kombûna tevgera siyasî ya Kurd, tevgera siwîl-demokratîk, medya Kurd, rewşenbîr û kesayetiyên Kurd di derdora vê Nexşerêyê de, dê pozisyona Kurd / Kurdistanê bigihîne radeyek nû di rewşa civatî / neteweyî ya Kurd, rewşa herêma Rojhilata Navîn û ya herî girîng di rewşa raya giştî û siyasî ya cîhanî de jî.

Stockholm: 09 Nîsan 2012

Cemal Batun

 

(Avestakurd)

Back to top button