Kultur

Berû ji bo çi başe û ji bo çi xerabe?

Darê Berûyê li navçeyên çiyayiyên Kurdistanê da heye û li nav dermanên Kurdewariyê de ji bo gelek çareseriyan hatiye bikaranîn. Ji bilî wê yekê ku aliyê wê yê xorekiyê li warê tendirustiya nû da jî sûdên wê hatiye selmandin û bi zanistê hatiye piştrast kirin.

Bi awayeke giştî Berû van sûdên xwe heye.

Kolesterola wê kême û maddeya potasyom têda heye ku ji bo wan kesên ku kêşe girifta mîzkirinê heye gelek bi sûde.

Ji ber ku têde maddeya lîf û rîşal heye ji bo wan kesên ku zêde xwarinê dixwin bi sûde û îştaha wan kêm dike.

Komek vîtamînên Grupa B têda heye ku ji bo çalakiyên xwînber û endamên damarê bi sûde.

Ji bo kesên ku zikçûnê dikevin gelek tê bikaranîn.

Ji ber ku têde rêjeyekê zêde nîşasta heye ji bo wan kesên ku kîlo û kêşa wan kême tê pêşniyar kirin ji ber ku alîkariya zêdebûna kêş û kiloyan dide.

Ji bo wan kesên pêketiyê êşa pirûsk yan marîpişt bûne xwarina berûyê tê pêşniyar kirin

Ji bo demaran û soriya xwîn başe û rêgiriyê li pêketina nexweşiya dil dike.

Ji bo çareseriya nexweşiya derûnî û nefsî yan mayesîriyê jî sûda xwe heye.

Ziyanên zêde bikaranîna Berûyê:

Gelek xwarina Berû dide sedema wê yekê ji ber ku têda maddeya “tann” heye wiha dike ku hesin kêmtir bigihe laş û ji bo wan kesên kêşeya kêmbûna hesin û kêmbûna xwînê heye nayê pêşniyar kirin.

Ji bo dayikên ku zarokên wan şîrxorin û xanimên dûcanî nayê pêşniyar kirin.

Back to top button