Kazimî bi fermî Sekreterê Natoyê vexwend Iraqê

Piştî ku Hikumeta nû ya Iraqê bi fermî destbikarbû, Mistefa Kazimî daxwazê ji Sekreterê Giştî yê Natoyê kir ku serdana Iraqê bike.
Li peywendiyekê telefoniya li gel Jens Stoltenberg Sekreterê Giştî yê Natoyê de, Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê ragihand ku Iraq girîngiyekê zêde bi karên hevbeş û pêkveyî ya li gel Natoyê dide.
Li gor daxuyaniyekê Nivîsîngeha Serok Wezîrê Iraqê, Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Bakûrê Atlasê “Nato” pîrozbahiyê li Mistefa Kazimî kiriye û tekez li ser karên hevbeş yên li şerê dijî terorê kir ku bi taybet li fêrkirina hêzên Iraqiyan, balkişand li ser wê yekê ku civaka navdewletî li rûbirûbûna terorîstan de pêwîstî bi hevkarî kirina Iraqe.
Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê jî ragihandiye ku welatê wî girîngiyekê zêde bi karên hevbeş yên li gel Natoyê dide û daxwazê ji Sekreterê Giştî yê Nato jî kir ku serdana Iraqê bike.