Cîhan

Pompeo: Divê Îran bi tevahî ji Sûriye derkeve

Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka li civînekê rojnamevaniyê da ragihand ku Îran neku her li tixûb û sînorên Îsraîlê belku divê bi giştî ji Sûriye derkeve û li şûna şer û karên têkvedana welatên din bike bila li xema xelkê xwe da bê.

Li gor nûçeyeke rojnameya The New York Times, Mike Pompeo li civînekê rojnamevaniya li Washingtonê ragihand ku me eşkere bi rêjîma Esed û Rûsya re jî ragihandiye ku Îran divê li Sûriye nemînê û bi tevahî derkeve derve. Hêvîdarim berpirsên Îranê li şûna têkvedana welatên din bike ku yek ji wan jî Sûriyê ye, palpiştîkirina Beşar Esed dike. Ew bi bûye sedema kuştina sedan hezar kesan û koçberbûna 6 heta 7 milyon kesên li xelkê Sûriye. Bila wê serwet û samana welatê xwe ji bo xelkê xwe serf bikin baştire.

Back to top button