Li Stockholm Newroz cudaye
Stefan Lövfen piştgiriya xwe ji bo kurdan diyar kir
Serokê Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê Stefan Lövfen bêşdarê pîrozbayiya Newroza FKKSê bû û piştgiriya partiya xwe ji gelê kurd re nîşan da.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) di 24.03.2012ê de li Stockholmê Solnahallenê Newroz pîroz kir. Di Newrozê de serok û nûnerên Partiyên Swêdê bêşdar bûn û peyamên partiyên xwe ragîhandin civata kurd ya Swêdê.
Serokê Partiya Sosyaldemokrat Stefan Löfven, Serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt, Wezîrê Hukmetê yê Integrasiyonê Erik Ulenhag(fp), Serokê Tora (netverk) Parlamentoya Swêd- Kurdistan Fredrik Malm, Parlamentera Partiya Muhefezekar Margareta Cederfeldt, Parlamenterê Partiya Gel Ismai Kamil bêşdarê pîrozbayiya Newrozê bûn.
Bi taybet Serokê Partiya Sosyaldemokrat Stefan Löfven û Serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt bi kêfxweşî hatin pêşewazîkirin; ji ber ku ew, ev cara pêşîn in bûn ku bêşdarê şahiya Newrozê dibûn. Ew herdû serok berê çendeyekî ji aliyên partiyên xwe ve hatibûn hilbijartibûn.
Serokê Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê Stefan Lövfen di axaftina xwe de qala piştgiriya partiya xwe jib o kurdan kir û got ku, di dema Olof Palme de ev piştgirî dest pê kir, di dema Anna Lindh û Mona Sahlin de pêşdetir çû û ez ê jî wek wan piştgiriya xwe ji gelê kurd re dom bikim.
Li ser navê Komîteya Hevkarî hêzên siyasî yên kurd û kurdistanî Mewlud Abdalzadeh û li ser navê FKKSê seroka wê Sermin Bozarslan axaftin.
Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan di axaftina xwe ya bi zimanê Swêdî û Kurdî de bahsa wê yekê kir ku, îsal Newroz li Kurdistanê di bin siyaseta tund û tujî de li dar ket û siyaseta dewletên mêtingehkar û bi taybet jî ya dewleta Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir.
Pîrozbayiya Newrozê ji aliyê berpirsa Kultur û Perwerde a FKKSê Sosin Guven û Meriwan ve ve hat birêvebirin û şahî heta derênge şevê bi dengbêj û hunermendên Kurd Cûdî, Peywend Caf, Pirşeng, Narîn Feqê, Rêkes û Serdar Budak dom kir.
Stefan Lövfen Serokê Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê
Serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt
Wezîrê Hukmetê yê Integrasiyonê Erik Ulenhag(fp),