Polîtîk

Barzanî rolek sereke dileyze

Profesor  Lînor Martin mamosteyê zanîngeha Harward a amerîkayî di hevpeyvîneke xwe de digel rojnamevan Şenay Yildiz li ser pirsa kurdî li Tirkiyeyê got:

” Nuha li Rojhilata Navîn du bilok dirust dibin; Aliyek Amerîka û aliyê din jî Îran e, li aliyê  Îranê; Suriye, hikûmeta Îraqê û Hizbulah hene. Li aliyê Amerîkayê jî pêwîste Tirkiye hebe. Eger Tirkiye di nav biloka Amerîkayê de cîyê xwe bigire, dê di berjewendiya Tirkiyeyê de be û di meseleya PKKê de jî dê Amerîka alîkariya Tirkiyeyê bike. “

” Amerîka dikare di ware lihevguhertina zaniyariyan de piştgiriya Tirkyeyê bike, lê ji bo çareserkirina pirsa kurd, divê Tirkye gavên kulturî û siyasî pavêje. Heta Tirkiye pirsgirêka xwe digel kurdan çareser neke, dê Tirkiye li herêmê lawaz bimîne. “

” Barzanî dikare di çareserkirina pirsa kurd rola xwe bibîne, pirsa PKK hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo herêma Kurdistanê niqteyeke giring e. Barzanî di merasima 66saliya komara Mehabadê de îşaret bi wê yekê kir ku, kurd bi bikaranîna şidetê nikarin çarenivîsê xwe diyar bikin û ev daxuyaniya Barzanî gelek giring e. Barzanî ne bi tenê ji bo pirsa Sûriyeyê, lê ji bo  PKKê jî giringe, giringiya Barzanî ji bo Tirkiyeyê zêdetir e. “

Back to top button