Polîtîk

Ev jî çêbû

Li Tirkiye 4-ê Nîsanê dibe rojek girîng. Serokê înqilaba leşkerî ya 12-Îlona 1980-ê Kenan Evren û hevalek yê xwe derdikevin himberê dadgehê û tên darizandin. Ev gavek gelek girîng e. Konseya serokatiya 12-ê Îlonê 5 kesbûn 3 ji wan generalan jiyana xwe ji dest dane tenê Kenan Evren û Tahsîn Şahinkaya li jiyanêne û ew jî ji bo tawanên dijê mirovatiyê tên darizandin.

Gelek dezgeh û kesayetên di 12-ê Îlonê de mexdur bûyîn û kes û karên wan hatîn kuştin wek midaxil dê dadgehê de amade bibin. Heta niha zêdeyî 500 dezgeh û kesan ji bo li dijê wan dozê rêvebibin serî li dadgehê dane.

Piraniya partiyên siyasî jî wek midaxil li dijê Evren û Şahînkaya dê amadebin. Herweha civata weziran jî biryar da ku ew jî bi navê hukumetê li dijê van generalên tawanbar di dadgehê de wek midaxil amade bibin.

Bê goman ji bo nirxandin û ji holê rakirina pêvajoya 12-ê Îlonê ev ne bes e. Lê cardin gavek girîng e. Ji ber ku rewûa siyasî ya¨Tirkiye  Kurdistana Bakur îro  encamek ya bûyera 12-êîlonê ye.

 

 

 

 

 

 

Back to top button